Putin ji Erdogan re: Êrîşa li ser Sûryê yasayên Netewên Yekgirtî binpê kir

Putin: Piştî êrîşa Amerîka û hevpeymanên wê, li Sûryê rewş aloztir bûye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Kirimlîna Rûsî ragihand, ku serokê Rûsya Vladimer Putin ji Erdogan re gotiye: "Welatên Rojava bi êrîşa ser Sûryê, rêznameya Netewên Yekgirtî û pîvanên mafnasiya navnetewî binpê kirine".

Li gorî daxuyaniya Kirimlînê, Serokê Rûsya Vladimer Putin, duh derengê şevê bi serokê Tirkiyê Receb Tayip Erdogan re pêwendiyeke telefonî encam da û jê re gotiye, ku piştî êrîşa Amerîka û hevpeymanan, rewşa Sûryê aloztir bûye.

Kirimlînê diyar kir, ku Tirkiye û Rûsya ji bo pêşxistina pêvajoya çareseriya siyasî, bibiryar in ku pêwendiyên xwe yên hevkariyê bihêztir bikin.

Serokomariya Tirkiyê jî da xuyakirin, ku Tirkiye ji destpêkê ve li dijî êrîşên çekên kîmawî yên rêjîmê rawestiya ye û banga aramiyê kiriye.

Duh piştî êrîşa sê alî be serkêşiya Amerîka li dijî bingehên rêjîma Sûryê, balyozê Rûsya li Washingtonê bi tundî ew êrîş şermezar kir û got: "Ew êrîş wek sivkatiyê bi Serokê Rûsya tê hejmartin û ewê encamên xirab li pey xwe bîne".

Ji aliyê xwe ve, her yek ji Tirkiye, Hevpeymana NATO, Almanya, Keneda, Siûdiyê û Qeter piştevaniya wê êrîşê kirin.  

N.O