Nêçîrvan Barzanî: Em hemû asankariyan ji bo sermiyanên Rûsî dikin

Şanda Rûsî binavê xwe û yê Hikûmeta Rûsya sersaxî ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re xwest

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşwaziya balyozê Rûsya li Iraqê Maxim Maximov û şanda li gel wî kir.

Şand ji, kunsulê giştî yê Rûsya li Hewlêrê Viktor Simakov, şêwirmendê balyozxaneya Rûsya Mend Andre Silen, serokê kompanya Gaz Prom Neft li Rojhilata Navîn Sergey Pitrov û rêvebirê nivîsgeha Hewlêrê ya kompanya Gaz Prom Olig Blegin pêk hatibû.

Derbarê naveroka civînê, malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kiriye, destpêkê şanda mêvan binavê xwe û yê Hikûmeta Rûsya sersaxî ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re xwest, li ser koça dawî ya (Dilovan Idrîs Barzanî) û piştre behsa pêwendiyên dualî di nav Hewlêrê û Mosko de kirin.

Malperê diyar kir, ku şanda mêvan amadebûna xwe ji bo bêtir pêşxistina pêwendiyên herdu aliyan di hemû waran de, da xuyakirin û destxweşiya Serokwezîrê kir li ser pêşveçûnên ku di pêwendiyên di navbera Hewlêrê û Bexdayê de çêbûne.

Herwiha malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan daye, ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, ji aliyê xwe ve, ji bo serdana şanda Rûsî pêşkêşkirina sersaxiyê, sipasiya şanda mêvan kir û diyar kir, ku Hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê giringiyeke mezin didin pêwendiyên li gel Rûsya û amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina pêwendiyan di hemû waran de, li gel Rûsya da xuyakirin, herwiha diyar kir ku Hikûmeta Kurdistanê amade ye hemû asankariyan ji bo sermiyanên Rûsî bike, daku weberhênanê li Kurdistanê bikin.

N.O