Erdhejê 25 kes birîndar kirin

Li beşeke mezin a Rojhilat û Başûrê erd hejiya û li Başûrê Kurdistanê jî hest pê hate kirin, ta niha 25 kes li Ciwanro û Selasî Bawecanê û derdora wan birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li beşeke mezin a Rojhilat û Başûrê erd hejiya û li Başûrê Kurdistanê jî hest pê hate kirin, ta niha 25 kes li Ciwanro û Selasî Bawecanê û derdora wan birîndar bûn.

Îro danê nîvro erdhejek Rojhilatê Kurdistanê rû da, navenda erdhejê jî li parêzgeha Kirmanşanê bû, ji ber tundiya wê jî parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê yên Başûrê Kurdistanê pê hesiyan.

Rêvebirê Hawarçûnê ya Îranê ragihand, ji ber erdhejê tevahiya hêzêm ketine amadebaşiyê û ta niha 25 kes li Ciwanro û Selasî Bawecanî birîndar bûne.

Peyamnêrê K24ê li Kurdistanê dan zanîn, erdhej li Silmanî, Helebce, Kerkûk, devera Raperîn, Soran û çend navçeyên din ên Herêma Kurdistanê hejand.

Rêveberiya Keşnasî û Erdhejê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, îro demjimêr 13:07 erdhej li Rojhilatê Kurdistanê hat tomarkirin û li navçeya Taze Abad ya Kirmanşanê bi kûrahiya 5.7 K.M û bi tundiya 5.9 pileyên Richterê bûye û li piraniya bajarên Kurdistanê hest pê hat kirin.

 

S. B