Hersê serokên Rûsya, Tirkiyê Îran ji bo kirîza Sûryê li Sochi dicivin
K24 - Navenda Nûçeyan
Biryar e îro civîna Her yek ji serokê Rûsya Vladimer Putin, serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan û serokê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî derbarê kirîza Sûriyê li Sochi bê lidarxistin.
Li gorî koçka serokatiya Tirkiyê, mijarên wê civînê, gotûbêjkirina rewşa navçeyên kêmkirina şer û rûbrûbûna terorê, gihandina alîkariyên mirovî û dîtina çareyeke siyasî ye ji kirîza Sûryê re, ku di biryara encûmena ewlehiyê ya jimare 2254 de hatiye behskirin.