YNK: Referandûm bo serxwebûna gelê Kurdistanê ye

Endamê Desteya Karîger a Polîtboruya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand, YNK di çend rojên bê de nûnerê xwe bo komîta referandûmê diyar dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Desteya Karîger a Polîtboruya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand, YNK di çend rojên bê de nûnerê xwe bo komîta referandûmê diyar dike.

Endamê Desteya Karîger a Polîtboruya YNKê Hakim Qadir Hemecan di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “Kurd di Iraqê de her dem bindest û mezlûm bûne, ji destpêka dirusbûna dewleta Iraqê ve, gelê Kurd bê razemendiya wê û bi zorê bi Iraqê ve hatiye xistin, ji ber wê jî heta niha gelê Kurd di xebat û têkoşînê de ye.”

Hakim Qadir got jî: “Di polîtburo û serkirdayetiya YNKê de, me biryar daye ku referandûm wek fişarê bikar nayînin, referandûm bo serxwebûna gelê me ye.”

Derbarê aktîvkirina parlementoyê de, Hakim Qadir got: “Aktîvkirina parlementoyê ji bo karibin tevahiya pirsên niştimanî û netewî di çarçova yasa de dabirêjin û karekî girîng û pêwîst e, ji ber wê em encamdana referandûmê û serxwebûna Kurdistanê bi aktîvkirina parlementoyê ve girê didin.”

Endamê Desteya Karîger a Polîtboruya YNKê aşkere kir jî, YNK di çend rojên bê denûnerê xwe bo komîta referandûmê diyar dike. Herwiha bi mebesta hewldan bo çareserkirina rewşa Herêma Kurdistanê, YNK ligel hemû aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dicive.”