Jan Dost, Êşa Efrînê dike roman

Jan Dost ji Kurdistan24 re anî ziman, ku: “Romana min liser kerasata Efrînê ye. Ji dema roja êrîşê û dagîrkirina wê, ji alî Tirkiye û milişyatên bi ser ve û trajediyên...

K24- Navenda Nûçeyan

Nivîskarê navdar ê Kurd Jan Dost, romana xwe ya liser Kerasata Efrînê bidawî aniye û di demek nêz de dê bigihe xwendevanên Kurd û Ereb. Nivîskar Jan Dost romana Efrînê bi her du zimanên – Erebî û Kurdî amade dike, wekî ku di proseya nivîsandina xwe ya romanan de ev armanc daye pêşya xwe – ku bi du zimanan xwe bigihîne xwendevanan.

Jan Dost ji Kurdistan24 re anî ziman, ku: “Romana min liser kerasata Efrînê ye. Ji dema roja êrîşê û dagîrkirina wê, ji alî Tirkiye û milişyatên bi ser ve û trajediyên ku vê êrîşê û dagîrkeriyê anî ser gelê Efrînê. Çi anîn ser gelê Efrînê? Çawa malên wan talan kirin, xaniyên wan wêran kirin, darên wan jêkirin û berhemên wan dizîn?”.

Dost got: “Qehremanê romanê xortek 14 salî ye. Bi çavê wî – çawa li şer didît e. Çi tê sere vî xortî, ser malbata wî – dayik, bav, xwişk û brayên wî. Koçberî, penaberî… Çi tê sere xelkê Efrînê, ku ew dibe şahidxalê van bûyeran. Ev bûyer çi bandore li dêrûniya wî dikin?”.

Jan Dost herweha diyarkir, ku ew van kerasatên hatine ser gelê Kurd kom dike û bi şêweyek edebî, huner-nivîsî pêşkeşî xwendevanan dike, ku bibin neynikek vê pêvajoya ku niha li rojavayê Kurdistanê tê jiyandin.

Jan Dost xwestiye romana wî di salroja dagîrkeriya Efrînê de bidawî bibe û di heman rojê de jî, ew bidawî aniye. Roman di derdora 250 rûpelan de ye.

Berî niha jî, Jan Dost bi nave “Kobanî” romana kerasata Kobanî diyarî edebiyata Kurdî kiribû, ku dinav xwendevanên Kurd de bi balkêşî hatibû pêşwazîkirin.

 

 

 

C.B