Perlemana Iraqê daxwaza wergirtina postê serokkomar li Kurdan dike

Îro perlemana Iraqê hejmarek biryar li dijî Herêma Kurdistanê stend û di biryarekê de daxwaza wergirtina postê serokkomar ji Kurdan dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro perlemana Iraqê hejmarek biryar li dijî Herêma Kurdistanê stend û di biryarekê de daxwaza wergirtina postê serokkomar ji Kurdan dike.

Berî niha hî serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihandibû, ew nema Perlemana Iraqê wek Perlemana fîdralî dibînin û ew perleman ji aliyê kesên taifî û şovînî li dijî gelê Kurd tê bikaranîn.

Li gorî wan biryarên ku bê amadebûna perlemanerên Kurd hatine stendin, ji serokwezîrê Iraqê hatiye xwestin hêzê li dijî Kurdan li navçeyên sînorî yên 140 bixwe tevgerê de.

Herweha biryar hatiye stendin perleman li dadgeha fîdralî dozê li dijî serokê Iraqê Fûad Meisûm tomar bike û bi tometa binpêkirina benda 61ya destûrê taybet bi serweriya Iraq ji kar bê dûrxistin.

Herweha biryar hatiye stendin deryên sînorî di navbera Iraq û Kurdistanê de bên girtin.