Kalkan: Bi ketina Reqayê re, desthilata Erdogan jî hildiweşe

Endamê Komîteya Rêveberî ya PKK'ê Duran Kalkan dibêje, bi ketina Reqayê re, tenê DAIŞ têk naçe, dê Komar Tirkiyê ya desthilatiya Erdogan jî hilweşe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Komîteya Rêveberî ya PKK'ê Duran Kalkan dibêje, bi ketina Reqayê re, tenê DAIŞ têk naçe, dê Komar Tirkiyê ya desthilatiya Erdogan jî hilweşe.

Kalkan bo Televîzyoneke nêzîkî PKK axivî û got, dema DAIŞ ji paytexta xwe hat dûrxistin, wê demê hemû hevsengî dê serûbin bibin, serkeftina Reqa ne tenê li Sûriyê, lê li Iraq û li hemû herêmê hevsengiyên siyasî û serbazî serûbin bike.

Da zanîn, dema DAIŞ belav bibe, wê demê dê gelek rastî derkevin meydanê ku kî piştevanî kiriye, kî berê DAIŞ'ê daye Kurdan, çima Kurd neçar man ku bi DAIŞ re şer bikin. Çima DAIŞ êrîşî Şingal û Kobanê kir. Bi vî şerê ne tenê DAIŞ hemû şerê çeteyan û desthilatiya AKP û MHP ya Tirkiyê dê têk biçe.

Kalkan îdîa dike ku, di nav çend heftiyan de dê dawiya desthilatiya Erdogan û Bahçelî were û divê li Tirkiyê kesayetiyên li dijî faşîzmê ne, bernameyên xwe amade bikin.