50 bas ku Ereb tê de bûn derbasî Racoya Efrînê bûn

Proseya bicihkirina Erebên navçeyên din ên Sûriyê li Efrîn û navçeyên wê berdewam e, duh jî 50 basên xelkê Xutaya rojhilatê Şamê derbasî navçeya Racoyê bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Proseya bicihkirina Erebên navçeyên din ên Sûriyê li Efrîn û navçeyên wê berdewam e, duh jî 50 bas ku xelkê Xutaya rojhilatê Şamê tê de bûn derbasî navçeya Racoyê bûn.

Çalakvanên ji Efrînê ji K24ê re ragihandin, duh zêdetirî 50 basên koçberên Xûtayê ji aliyê bajarokê Darit Ezê re derbasî Efrînê bûn û gihîştin navçeya Racoyê, ku beşek li bajarokê Raco û beşek jî li gundên din ên wê navçeyê belav bûn.

Ev yek di demekê de ye, di heyama du mehên bûrî de nêzîkî 400 malbatên Ereb li navçeya Raco hatibûn bicihkirin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve, rojane beşek ji Erebên navçeyên din ên Sûriyê li Efrînê tên bicihkirin û destên xwe datînin ser mal û milkên Kurdên Efrînê.

Herwiha jêderên ji nava Efrînê dan zanîn jî, li gelek gund û navçeyên Efrînê çekdarên opozîsyona Sûriyê ji bilî dizî û talankirinê, niha destê xwe datînin ser zeviyên xelkê û berhemên wek pelemêw û kerezan berhev dikin û difiroşin.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê roja 18ê Adarê Efrîn dagîr kirin û di encamê de zêdetir ji 200 hezar welatiyên Efrînê derbider bûn, ji wê demê ve bi hezaran Erebên navçeyên derdora Şamê û Humsê li Efrînê têne bicihkirin, li hember jî astengiyên li pêş vegera xelkê resen ên Efrînê roj bi roj dijwartir dibin.


S. B