Termên 17 welatiyên Êzdî di goreke bikom de hatin dîtin

Jêderekî emnî li Parêzgeha Mûsilê ragihand, ku rufatên 17 welatiyên Êzdî di goreke bi kom de hatin dîtin, ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn gulebarankirin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Jêderekî emnî li Parêzgeha Mûsilê ragihand, ku rufatên 17 welatiyên Êzdî di goreke bi kom de hatin dîtin, ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn gulebarankirin.

Li gorî zanyariyên malperên Iraqî, ew gor li gundekî başûrê rojhilatê bajarê Teleifer ê rojavayê Mûsilê hatiye dîtin.

Heman jêderî zelal kir, ku ew welatiyana, piştî dagîrkirina Şingalê di 3 Tebaxa 2014an de, ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn girtin û piştre hatibûn gullebarankirin.

Herwiha amaje bi wê yekê jî kir, ku malbatên wan qurbaniyan, termên şeş kesan nas kirin û ew birin goristanên warê xwe veşartin.

N.O