Dinav de şaredarê Enqere jî, dest jikar berdana çendîn şaredaran tê xwestin

Daxûyaniya Mahir Unal di demekê de ye, ku navên çendîn şaredaran hatiye rojevê ku dest jikar berdin. Di nav wan de Şaredarê Enqereyê Melih Gokçe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ev demek e dinav AK Partî de, bi egera nûjenkirina Partiyê daxwaza dest jikar berdan a gelek şaredaran û şaxên bajar û bajarokan tê kirin.

Ev rewş dinav AK Partî de bûye cîhê nerizamendiya wan berpirsan bi egera ku, “bi hilbijartin hatine û bi hilbijartin divê biçin”. Lê helwêsta birêvebiriya AK Partî, bi taybetî ya Serokê Giştî Recep Teyyib Erdogan cuda ye, ew dibêje: “Doz a AK Partî ji kesayetiyan girîngtir e û doz vê yekê dixwaze, kesên navên wan hatî diyarkirin dive dest jikar bikşînin”.

Berdevkê AK Partî û cîgirê serokê giştî Mahir Unal bi daxûyaniyekê ragihand: “Di nav Partiya me de nirxandin heye, birêvebir, şaredar çi bibin, bere bibin karên xwe ligor nirxandina Partiyê birêve dibin. Yên ku nirxandinê napejirînin ne kesên vê doze ne”.

Ev daxûyaniya Mahir Unal di demekê de ye, ku navên çendîn şaredaran hatiye rojevê ku dest jikar berdin, di nav wan de Şaredarê Enqereyê Melih Gokçe.