1500 DAIŞî vegeriyane Ewrûpayê

Yekîtiya Ewropayê da xuyakirin, 1500 kesên ku di nav refên DAIŞ'ê de şer kirine, vegeriyane Ewropayê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekîtiya Ewropayê da xuyakirin, 1500 kesên ku di nav refên DAIŞ'ê de şer kirine, vegeriyane Ewropayê.

Berpirsê Dezgeha Dijîterorê yê Yekîtiya Ewropayê Gîlles de Kerchove,  di serdana xwe ya Efrîqayê de bi wezîrên navxweyî, bergirî û dadê yên Tunisê re civiya û got, kesên beşdarî şerê DAIŞ bûne, bo ewlekariya Ewropayê metirsî ne.

Da xuyakirin, li gor agahiyên Yekîtiya Ewropayê, 1500 kesên ku li Sûriye û Iraqê di nav refên DAIŞ de şer kirine niha li Ewropayê ne.

Kerchove, bo têkoşîna dijî tundrewî û qaçaxiyan daxwaza hevkariyê kir.