Washington Post: Bolton guhartinên rîşeyî di siyaseta Amerîka de dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Şêwirmendê nû yê Serokê Amerîka ji bo karûbarên netewî John Bolton, ku biryar e di 9ê Nîsana bê de bi awayekî fermî dest bi kar bike, dostekî nêzîk ê Îsraîlê ye û helwesteke wî ya tund li hember Îran û Koryaya Bakur.
Rojnameya “Washington Post” a Amerîkî dibêje, bi destnîşankirina John Bolton wek Şêwirmendê Asayişa Netewî, dibe sedema guhartinên rîşeyî di rêveberiya Amerîka de li hember krîzên cîhanê.
Sînatorên Demokratî û hin Komarî jî nîgeraniya xwe ji helwesta tund a Bolton derbirîn, ku pêşbînî dikin bibin egera alozbûna milmilaneyên navdewletî.
Sînatorê Demokratî christopher coons dibêje: “Helwestên Bolton derbarê Îran û Koryaya Bakur gelekî tund, metirsîdar û xirab in.”
Di heyama serokatiya Donald Trump de, Bolton sêyem Şêwirmendê Asayişa Netewî ji piştî H. R. McMaster û Michael Flynn dest bi kar dike. Bolton yek ji kesên ku piştgîriya şerê Iraqê û lêdana pêşwext li Koryaya Bakur kiriye.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Gihandinê yê Îsraîlê Yisrael Katz dibêje: “Pîrozbahiyê li John Bolton dikim, ku wek Şêwirmendê Asayişa Netewî hate destnîşankirin.”
Yisrael Katz dibêje: “Bolton bi piştevanê Îsraîlê nasdar e û helwesta wî ya tund derbarê gefên Îranê heye. Dilniya me Bolton dibe dengekî girîng li hemberê şerê li navçê û tevahiya cîhanê.”
Şêwirmendê Asayişa Netewî yê bê John Bolton derbarê encamdana referandûma serxwebûna Kurdistanê de jî, bi aşkereyî piştevaniya xwe ji wê proseyê re derbirî û ragihand, ew bi wê yekê re ye ku Kurd bibin xwedî dewleteke serbixwe.
S. B