Wênexezê Kurd Haydar Ekînek bi bizmaran wêneyan dikişîne

Pêşangeheke balkeş ya wêneyan li Enqera paytexta Tirkiyê ji aliyê wênexezê Kurd Haydar Ekînek ve hate lidarxistin. Wêneyên ku ji devla firçeyan, bi bizmaran hatine xêzkirin bala mirovan dikşîne. Digel vê taybetmendiya xwe mijara wêneyên ku bi destên Ekînek ve hatine xêzkirin jin e.
kurdistan24.net

K24 – Enqere

Wênexêzê Kurd Haydar Ekînek ji K24ê re got: “Dema ez li Wanê mezin bûm jinên aliyê me karên pir zehmet dikirin, ez ji qîza xwe û dayîka xwe jî hez dikim. Min jî got encex ez vê zor û zehmetiya ku jin dikşînin di wêneyên xwe de bînim ziman.

Bê derfetî, kar û şert û mercên jiyanê rê li ber Haydar Ekînek vekiriye ku bi şêweyekî cîyawaz, wêneyên xwe xêz bike. Beyî firçeyan wêneyên ku bi bizmaran, bi destên wî hatine xêzkirin di cîhanê de teknîkeke yekem e ku wêne wisa tên xêzkirin.”