Votel: Piştevaniya pêwendiyên HSD û rêjîma Sûriyê nakin

Fermandarê Fermandariya Navîn a Amerîka General Joseph Votel ragihand, Amerîka hanê nade ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) pêwendiyê bi rêjîma Sûriyê re bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Fermandariya Navîn a Amerîka General Joseph Votel ragihand, Amerîka hanê nade ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) pêwendiyê bi rêjîma Sûriyê re bike.

General Votel duh got, Amerîka hanê nade HSD pêwendiyan bi rêjîmê re bike, lê ew têdigihin wê rastiyê ku hemû hêzên li ser erdê pêwendiyê bi hev re dikin.”

Ev daxuyaniya Votel di demekê de ye, di demên dawiyê de hat ragihandin ku danûstandin di navbera Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û rêjîma Sûriyê de hatine kirin.

Lê berpirsên MSDê jî ragihandin ku ew amade ne bê merc bi rêjîmê re danûstandinê bikin, lê ta niha ti karên cidî nebûne.

Li ser werşa Minbicê jî Votel got, di çarçova nexşerêya Amerîka û Tirkiyê de, dê dewriyên hevbeş li hin vê navçeya herî aloz werin encamdan.

   

S. B