Îro Goran biryarê dide

Endamê Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê Nesredîn Mehmûd ji K24ê re got: “Îro Civata Niştimanî bo gotûbêjkirina pirsa aktîvkirina parlementoyê, civîna ligel aliyên siyasî û pirsa referandûmê dicive.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê Nesredîn Mehmûd ji K24ê re got: “Îro Civata Niştimanî bo gotûbêjkirina pirsa aktîvkirina parlementoyê, civîna ligel aliyên siyasî û pirsa referandûmê dicive.”

Nesredîn Mehmûd got jî: “Di bin navê çareserkirina krîzên Herêma Kurdistanê ligel ti aliyekî civîn red nekiriye. Asayî ye Tevgera Goranê û Partiya Demokrat a Kurdistanê bo çareserkirina pirsgirêkan bicivin.”

Nesredîn Mehmûd amaje bi wê jî kir, “Berê ji ber hilbijartinên navxweyî yên Goranê, me nikarî ligel PDKê biciviyana. Herwiha rewş jî ne libar bû. Hêvîdar in bikaribin bi hemû aliyekî re rewşê asayî bikin û pirsgirêkên xelkê çareser bikin.”

Endamê Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê ragihand jî, “Îro Civata Niştimanî guftûgoya derbarê hemû pirsan die û biryarê li ser jî dide.”