Çawîşoglu: Sibe 2 firoke F-35 radestî me dibin

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlût Çawîşoglu piştî biryara Senatoya Amerîkayê radigihîne, Amerîka dê sibe firokeyên F-35 bide Tirkiyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlût Çawîşoglu piştî biryara Senatoya Amerîkayê radigihîne, Amerîka dê sibe firokeyên F-35 bide Tirkiyê.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlût Çawîşoglu ji televîzyoneke taybet a Tirkiyê re axivî û got, Amerîka dê di 21ê Hezîranê de 2 firokeyên F-35 radestî Tirkiyê bike.

Çawîşoglu got jî, Piştre jî dê pêvajoya perwerdehiya bikaranîna firokeyan destpê bike. Kirîna firokeyên F35an projeyek mezin û berfireh e û nabe bi yekalî were betalkirin.

Ji ber hewla Tirkiyê a kirîna sîstema berevaniyê S-400 ji Rûsyayê, duh Senatoya Amerîkayê projeyasayek qedexekirina firotana firokeyên F-35 bo Tirkiyê pesend kiribû.

 

S. B