Du Pêşmerge ji malên xwe hatin revandin

"Wan çekdarana di dema xewê de, piştî demjimêr yekê şevê girtin ser malên herdu pêşmergeyan û bi lêdan û sivkatîkirin ew ji bo cihekî nediyar revandin."

K24 - Navenda Nûçeyan

Şevê din, li bajarê Daqûq du Pêşmergên lîwaya 102an, ku herdu jî ser bi YNK vê ne, ji aliyê çekdarên Heşda Şeibî ve ji malên wan hatin revandin.

Malbata yekî ji wan ji Kurdistan24ê re ragihand, ew çekdarana di dema xewê de, piştî demjimêr yekê şevê girtin ser malên herdu pêşmergeyan û bi lêdan û sivkatîkirin ew ji bo cihekî nediyar revandin.

Herweha wê malbatê got: "Wan çekdaran riwên xwe nixumadibûn û bi otombêlekê hatin ku logoya Heşda Şeibî li ser wê bû.

Hat zanîn ku navên wan Pêşmergeyan "Kerîm Wehab" û "Nerîman Hisên" e û herdu ji di lîwaya 102an de dewam dikin.