Destana Korê li Pirdê dubare dibe

Hêzên Pêşmerge destana Korê ya sala 1991 dubare kirin û bi dehan çekdarên Heşda Şiebî kuştin û birîndar kirin.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro mîlîşyayên Heşda Şeibî li Pirdê bi çek û tankê Amerîkî êrîşî ser hêza Pêşmerge yê Kurdistanê kirin, lê hêzên Pêşmerge destana Korê ya sala 1991 dubare kirin û bi dehan çekdarên Heşda Şiebî kuştin û birîndar kirin.

Fermandarekî Pêşmerge amaje bi wê dike, hêza Pêşmergeyên Kurdisyanê berbanga îro destaneke din di dîroka xwe de tomar kirin û ew destan cihê şanaziya her Kurdekî ye.

Bi yekemî hewla mîlîşyayên Heşda Şeibî ji bo êrîşkirina li ser bajarokê Pirdê re, hêza Pêşmerge lê hatin dest û bi tundî bersiv êrîşa Heşda Şeibî dan.

Fermandariya Giştî ya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê di daxuyaniyekê aşkere kir, îro  demjimêr heştê sibeha 20ê Cotmeha 2017an, milîsên Heşda Şeibî bi çekên Amerîkî ku ji bo artêşa Iraqî hatibûn şandin, bi beşdariya topçiyên Îranê, êrîşeke berfireh li dijî hêzên Pêşmerge li devera Pirdê kirin.

Daxuyaniyê tekez kir, hemû êrîş hatine têkbirin û bêtirî deh Hamer û tankên Abramiz hatine jinavbirin  

Beşdariya topçiya Îranê û bikaranîna baştirîn cureyên çekên pêşketî yên Amerîkî nehêşt Pêşmerge biweste, hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi tundî lê hatin deng û nehêştin bi pêş ve bên, belkû derbeyeke tund li li mîlîşyayên Heşa Şeibî dan û neçar kirin bi paş ve vekişin.

Li gor zanyariyên K24ê, 2 tangên şerker ên Amerîkî, 5 otombîlên serbazî Humvee yên Amerîkî û 4 zirîpoşên Heşd hatin têkşikandin û hejmareke mezin ji çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin û birîndarkirin.

Li gor amaran jî, ta niha ew termên çekdarên Heşda Şeibî li cih mane, 33 term in û nêzîkî 120 çekdarên din birîndar bûne û ji bo nexweşxaneyên Kerkûk û Pirdê hatine veguhastin.