Li ser daxwaza Erdogan, navên stadên fotbolê tên guhertin
K24 – Navenda Nûçeyan
Federasyona Futbolê ya Tirkiyê, li ser daxwaza Serokomar Tirkiyê, navê sê stadên ku peyva "Arena" tê de ne guhertin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dabû xuyakirin, wî ferman daye peyva "Arena" ji navê hemû yarîgehên futbolê bê derxistin, ji ber ku evder di dema Roma de wek cihê şerê şêr û pilingan hatiye bikaranîn.
Rêvebera Kuluba Galatasarayê da xuyakirin, piştî daxuyaniyên wan navê "Turk Telekom Arena" kiriye "Turk Telekom Stadyumu".
Federasyona Futbolê di malpera xwe de da zanîn, Kuluba Beşîktaşê navê "Vodafon Arena" kiriye, "Wodafon Stadyum" û Kuluba Rihayê jî navê "Gap Arena" kir "Gap Stadyum".