Perlemanterekî AKPê: Dijatîkirina referandumê şaştî ye

Perlementerê AKPê yê Diyarbekirê Galîb Ensarîoglu ragihand, şaştî ye ku Tirkiye li dijî referanduma serxwebûna Kurdistanê derkeve û baştir e Kerkûk di destê Kurdan de bimîne

K24 – Navenda Nûçeyan

Perlementerê AKPê yê Diyarbekirê Galîb Ensarîoglu ragihand, şaştî ye ku Tirkiye li dijî referanduma serxwebûna Kurdistanê derkeve û baştir e Kerkûk di destê Kurdan de bimîne û got: “Di mesela serxwebûna Kurdistanê de, Serok Barzanî ji Amerîka natirse, îja wê çawa ji helwesta Tirkiyê bitirse.?”

Ensarîoglu ji medya Tirkiyê re zelal kir, ku Herêma Kurdistanê ji ber siyaseta şaş ya Bexdayê neçar berê xwe daye vê riyê û hikûmeta navendî ya Iraqê, Kurd û Tirkumen paşguh kirine, bi Îranê re pêwendiyên xwe xurt kirine û budceya Kurdan birriye.

Navhatî tekez kir, ku Serokê Herêma Kurdistanê mafê xwe yê yasayî, yê benda 140 ya destûra Iraqê bikar aniye û biryara referandumê daye.

Herweha Ensarîoglu diyar kir, ku hin alî ji ber Kerkûkê li dijî referandumê derdikevin û got: “Çima dema Kerkûk di destê ereban de be ne kêşe ye, lê di destê Kurdan de bimîne dibe kêşe.?”

Wî perlemanterê AKPê hişyarî da, ku heger helwesta dijî referandumê bibe siyaseta dewleta Tirkiyê, dê kurdên Bakurê Kurdistanê, di warê hestiyarî de ji Tirkiyê veqetin.