Li Diyarbekirê leşkerek hate kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li navçeya Licê ya Diyarbekirê leşkerekî Tirk hate kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.
Îro di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de li navçeya Licê, li gundê Dîbekê di navbera endamên PKKê û hêzên leşkerî de şer derket. Di encamê de leşkerk hate kuştin û 2 leşker jî birîndar bû.
Arteşa Tirikyê li 6 navçeyên Diyarbekirê ji 28ê Gulanê ve ye li dijî PKKê operasyoneke berfireh bi rê ve dibe. Li dehan gundan qedexeya derketina derva berdewam dike.