Nêçîrvan Barzanî: Rola NY ji bo gotûbêjan di navbera Hewlêr û Bexdayê de giring e
K24 - Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û şanderê Netewên Yekgirtî ji bo Iraqê tekezî li ser pêwîstiya gotûbêjan di navbera Hewlêr û Bexdayê de kirin, ku pêwîst e li ser astê teknîkî û siyasî ji bo çarekirina kêşeyan bên encamdan.
Di civîna di navbera Nêçîrvan Barzanî û Yan Kobîş de, herdu aliyan gotobêj li ser dawîn guhertinên navçeyê û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kirin.
Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser rola Netewên Yekgirtî kir ji bo destpêkirina gotûbêjan di navbera Hewlêr û Bexdayê de.
Li gorî daxuyaniyeke serokatiya hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê civînê de rewşa Herêma Kurdistanê û hin pirsên din hatine gotûbêjkirin.