Rûsya hin navçeyên Der`a radestî Artêşa Azad dike
K24 - Navenda Nûçeyan
Rûsya û çekdarên opozisyonê li parêzgeha Der'ayê, gihan rêketinekê ku rêveberiya hejamarek ji navçeyên wê parêzgehê, radestî Artêşa Azad bê kirin.
Hevrêzkarê giştî yê şanda opozisyona li başûrê Sûryê, Ednan El-Mesalmê ji medya opozisyonê re ragihand, ku ew li gel şandeke Rûsî bi serokatiya Alexander Lavrentiev şanderê taybet ê Serokê Rûsyê ji bo Sûryê li bajarokê Busra El-Şam civiyan.
Bi gotina Ednan El-Mesalmê, wan li gel aliyê Rûsî lihev kiriye, ku Artêşa Sûryê ji taxa Sucne ya bajarê Der'a derkeve û rêveberiya wê taxê û hejmarek ji gundên derdora Der'a radestî Artêşa Azad bike.
Li gorî El-Mesalmê, Rûsya xalên xwe yên nû ji bo pişkinînê, li herdu navçeyên Sewam'i û Gumrika Kevin daniye, herwiha razîbûneke demkî daye xuyakirin, li ser veguhestina wan kesên ku rêketinê li gel rêjîma Sûryê red dikin.
N.O