Mesrûr Barzanî û Balyozê Japonyayê dawî pêşhatên navçê guftûgo kirin

Şêwirmemdê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Japonyayê li Iraqê Naofumi Hashimoto kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmemdê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Japonyayê li Iraqê Naofumi Hashimoto kir.

Di hevdîtinê de, ku Konsolê Giştî yê Japonya li Hewlêrê amade bû, dawî pêşhatên navçê û ferehkirina pêwendiyan û derfetên webirhênanê li Herêma Kurdistanê guftûgokirin.

Mesrûr Barzanî spasî li gel û hikûmeta Japonyayê kir bo hevkarî û alîkariyên ku di demên bûrî de pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirine.

Ji aliyê xwe ve, Balyozê Japonyayê hêviya serkeftina ji Mesrûr Barzanî re xwast di serokatîkirina kabîneya dahatî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de. Hevdem amadehiya welatê xwe bo pêşkêşkirina hevkariyan û beşdarbûna di perepêdana bi jêrxana Herêma Kurdistanê di warên cude de derbirî.

Di beşeke din a hevdîtinê de, guftûgo derbarê rola kompanyayên Japonyayê di avedankirin û perepêdanê de hat kirin û tekezî li wê hat kirin ku Herêma Kurdistanê bo webirhênana di warên cuda de jîngeheke libar e.

Hewl û pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kûrkirina pêwendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Japonyayê de bi awayekî di berjewendiya herdu aliyan de be, tewereke din a hevdîtinê bû.

 

S. B