6 Kurd li welatê Siwêdê dibin parlemanter
K24 – Navenda Nûçeyan
Hilbijartinên Parlemantoya Siwêdê roja 9ê vê mehê birêve çû, li gor encamên destpêkê yên hejmartina dengan, 6 berbijarên Kurd di hilbijartinan de biser ketin û bûn parlemanter.
Parlemanterê Kurd ê di parlemantoya Siwêdeê de Cebar Emîn li ser rûpela xwe ya tûra civakî belav kir, li gor encamên destpêkê 6 bijarên Kurd di hilbijartinan de biser ketin.
Cebar Emîn diyar kir, her yek ji, Lawîn Rêdar, Gulan Avcî, Serkan Kosa, Qadir Kasîrga, Sara Sîbel û Emîne Kake Bawe di hilbijartinan de biser ketine.
Herwiha Cebar Emîn diyar kir jî, du berbijarên din ên Kurd Jîn Akgul Haco û Şadiye Heyderî jî bûne endamên yedek ên parlemantoya Siwêdê.
Hilbijartinên Parlemantoya Siwêdê roja Yekşema bûrî 9ê Îlonê birêve çûbû û hejmarek ji Kurdên revanda Kurdî jî xwe bûbûn berbijar, li gor encamên destpêkê jî 6 Kurd parlemantariya Siwêdê bidest xistine.
Biryar e roja Duşema bê 17ê Îlonê encamên dawiyê bên ragihandin.
S. B