Mesrûr Barzanî: Me biryara referandûmê da, bo xelkê me biryara dahatûya xwe bide

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî simînareke taybet li Washingtonê li dezgeha bi navûdeng a Heritage pêşkêş kir û ragihand, me biryar da referandûmê bikin, bo ji xelkê xwe bipirsin, ew çawa li pêşeroja xwe ligel Bexdayê dinêrên û dadirêjin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî simînareke taybet li Washingtonê li dezgeha bi navûdeng a Heritage pêşkêş kir û ragihand, me biryar da referandûmê bikin, bo ji xelkê xwe bipirsin, ew çawa li pêşeroja xwe ligel Bexdayê dinêrên û dadirêjin.

Mesrûr Barzanî got: “Her çend e DAIŞ di warê leşkerî de têk diçe, lê divê bizanin piştî DAIŞê çi rû dide. Baweriya me hemûyan wiha bû ku divê rêkeftineke nû ya siyasê di navbera tevahiya pêkhateyên Iraqê de hebe. Gelek pêkhate li Iraqê hene û karîgeriya şerê DAIŞê li ser wan hemûyan hebû, bi awayekî ji awayan rûbirûyî gef metirsiyan bûn.”

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê amaje bi wê kir, “Pêwîst e careke dikin şaş nekin û nebêjin ku DAIŞ tenê girft e, DAIŞ tenê ji encama pirsgirêk û qeyranan e û serî hildaye. Hebûna DAIŞê vedigere şikestina sîstema siyasî ya li navçê ye.”

Mesrûr Barzanî got jî: “Nêrîna û nexşerêya me heye û dixwazin karibin vê nêrîn û nexşerêyê ligel Bexda û welatên herêmê guftûgo bikin, bo karibin çareseriyekê peyda bikin û aştî û aramî li herêma me û navçeya pêk bînin.”

Herwiha got: “Me biryar da referandûmê bikin, referandûmeke gelekî demokratîk encam bidin. Pêwîst e ji xelkê xwe bipirsin, ew çawa li pêşeroja xwe ligel Bexdayê dinêrên û dadirêjin. Divê xelkê me beşdar be di biryardana li ser pêşeroja xwe. Piştî nasîna raya xelkê xelkê xwe, ligel Bexdayê dest bi danûstandinê dikin.”

Li ser danûstandinên ligel Bexdayê, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê got: “Niha me ligel Bexdayê û ligel aliyên din yên Bexdayê dest bi danûstandinan kiriye. nabe em ligel hev guftûgoyan nekin. Pêwîste danûstandinê bikin û xalên hevbeş bibînin.”

Herwiha got: “Pêwîst e jî têbigihin ku, heger sîstema hikumraniyê li Iraqê nehatiba şikestin, niha rûbirûyî van astangan nedibûn, astengên wek teror û pirsgirêkên civakî û aborî. Niha em dizanin li kû kêşe aloz bûne û dixwazin xalên hevbeş bibînin û em hemû bi aştî û aramî bijîn.”

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê got jî: “Li vir li Washingtonê ligel berpirsan nêrîn û boçûnên xwe parve kirin û me axaftin li ser dîtin û pêşniyarên me bo çareserkirina pirsgirêkan kirin. Xwaziya ew jihevtêgihêştina heye, karibe pêşerojeke ronîtir û geştir bo pêşeroja ma dabîn bike.”