ENKS: Plan hene bo desthilata PYDê li rojhilatê Ferêt lawaz bibe

Serokê Komîta Pêwendiyên Derve yên ENKSê radigihîne, planên navdewletî hene, ji bo razîkirina Tirkiyê dê desthilata PYDê li rojhilatê Ferêt lawaz bibe û ENKS û eşîreyên navçê jî tevlî wê desthilatê bibin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Komîta Pêwendiyên Derve yên ENKSê radigihîne, planên navdewletî hene, ji bo razîkirina Tirkiyê dê desthilata PYDê li rojhilatê Ferêt lawaz bibe û ENKS û eşîreyên navçê jî tevlî wê desthilatê bibin.

Serokê Komîta Pêwendiyên Derve yên ENKSê Kamîran Haco ji K24ê re li ser çûna şanda ENKS û Desteya Danûstandinan a opozîsyona Sûriyê bo Moskoyê ragihand, çûna Moskoyê ne tenê ji bo pirsa Kurdî bû, lê ji bo pirsa Sûriyê bi giştî bû. Rûsya dibêje ku Amerîka dixwaze dewletekê li rojhilatê Ferêt çê bike, nûnerê ENKSê jî di wê hevdîtinê de bersiva vê yekê da Rûsyayê û got, nabe nakokiyên we li ser hesabê pirsa Kurdî be. ”

Got jî: “Ne Amerîka dixwaze dewleteke Kurdî çê bibe û ne jî Rûsya ewqas rijd e ku Sûriye yekgirtî bimîne, ku di rastiyê Sûriye li ser erdê dabeş bûye. Em wek ENKSê Sûriyayeke federalî dixwazin, federalîbûna Sûriyê çareseriya herî guncaw e.”

Li ser rola ENKSê di navbera rojava û rojhilatê Ferêt de, Kamîran Haco got: “Amerîka HSD û Rêveberiya Xweser ji xwe re hevpeyman nedîtine. Ti têkiliyên wan yên siyasî nîn in. Tenê li dijî DAIŞê hatine bikaranîn. Niha plan hene desthilata li rojhilatê Ferêt were guhartin û tenê di destê PYDê de nemîne. Dixwazin niha desthilatekê çê bikin, ku tê de PYD lawaz be, ew jî ji bo Tirkiye jê razî bibe. Li gor wan divê ENKS û hin eşîreyên navçê jî tevlî wê desthilatê bibin. Heger ev plan çû serê, dê ciheke me tê de hebe. ji bilî wê jî, giraniyeke ENKSê li ser erdê heye û bê ENKS ti çareseriyeke siyasî naçe serî. ”

Li ser gefên Tirkiyê yên çûna bo rojhilatê Ferêt, Serokê Komîta Pêwendiyên Derve yên ENKSê got: “Heta Amerîka glopa kesk nede, Tirkiye nikare derbas be. Jixwe ev lûtkeya çaralî ya Stenbolê, beşek jê ji Grûpa Biçûk e û beşê din jî ji Astanayê ye, ew dixwazin hevahengiyê di navbera xwe de çê bikin. Ez bawer nakim şerek li Kurdistana Sûriyê were kirin, berûvajî wê, Amerîka dixwaze wê bike fişarek li ser rêjîma Sûriyê ta derbasî prosesa siyasî bibe.”

Li ser pirsa destûra nû ya Sûriyê, Haco got: “Rêjîm heta niha wê red dike, ji ber ku heger ew destûra nû hate danîn, dê roj bi roj desthilata wê nemîne. Di nerîna me de, rêjîm dê her hewldana bike ku rê li ber Komîta Destûrî bigire. Lihevkirina me bi opozîsyonê re, mafên gelê Kurd yên netewî û siyasî hatiye qebûlkirin. Em hêvî dikin jî li ser van mafan destûra nû ya Sûriyê jî were avakirin. Herwiha di daxuyaniya Riyaz 2 de jî hatiye, Sûriye pir netew û ol e.”

Serokê Komîta Pêwendiyên Derve yên ENKSê amaje bi wê jî kir, “Li dawiyê ne em û ne Îtîlaf dê şêwazê Sûriyeya pêşerojê û destûra wê diyar bikin, belkû ev pirs di destê dewletên ku rola wan a sereke di Sûriyê de hene de ye.”

   

 

S. B