Osman Ocalan: PKKê Apo firot

Osman Ocalan, birayê Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdulah Ocalan dibêje: “Ji min hat xwastin ku Apo bifiroşim, lê min qebûl nekir û paşê PKKê ew firot.”
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Osman Ocalan, birayê Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdulah Ocalan dibêje: “Ji min hat xwastin ku Apo bifiroşim, lê min qebûl nekir û paşê PKKê ew firot.”

Di çarova beşdariya di bernameya “Basî Roj” a Kurdistan24ê de, Osman Ocalan ragihand, “Piştî mehekê ji girtina Apo û li ser asta hikûmeta Polonyayê desteyeke PKKê ji bo civînekê vekirî hate vexwandin û daxwazek ji desteya me kirin û gotin heger hûn Apo bidin aliyekî, emê hemû alîkariyan bi we re bikin.”

Herwiha got jî: “Ez wek erkê biratî, Kurdatî û şoreşgerî min qebûl nekir Apo were firotan û min got, divê ev hevdîtin û gotûgo were rawestandin û behsa tiştekî neye kirin.”

 

Amaje bi wê jî kir, “Di piştre wan Apo firot û ev piştevaniya cîhanî ya niha beşek ji ber firotana Apo tê, ji ber wê ez ji PKKê hatin dûrxistin. Îro rêkeftina li Rojava li ser firotana Apo tê meşandin.”

Serokê PKKê Abdullah Ocalan di 15ê Sibata 1999an li Neyrobî paytexta Kînyayê ji aliyê hêzên dezgeha MÎTa Tirkiyê û bi hevkariya çend dezgehên hewlagîriyê yên cîhanî hate girtibû girtin. Ocalan ev 19 sal in di girtîgeha Îmraliyê de cezaya heta hetayê dikşîne.

 

S. B