Ji bo parastina sivîlên Efrînê ENKS bi nûnerên 10 welatan re dicive

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji bo parastina sivîlên Efrînê li bajarê Rihaya Bakurê Kurdistanê ligel nûnerên 10 welatên cîhanê, Amerîka û Yekîtiya Ewropî civiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji bo parastina sivîlên Efrînê li bajarê Rihaya Bakurê Kurdistanê ligel nûnerên 10 welatên cîhanê, Amerîka û Yekîtiya Ewropî dicive.

Komîta Ragihandinê ya ENKSê li Kobanê di daxuyaniyekê de ragihand, duh şandeke ENKSê li bajarê Rihayê ligel nûnerên Fransa, Almanya, Danmark, Amerîka, Hollanda, Australia, Siwêd, Norway, Kanada, Newzealand û Yekîtiya Ewropayê civiya.

Diyar kir jî, di civînê de li ser rewşa Efrînê û hewla parastina welatiyên sivîl ji şerê ku li herêmê dibe û alîkarkirina wan guftûgo hatin kirin.

Di daxuyaniyê de hat jî, ku aliyê Amerîkî amadehiya nîşan da ji bo ligel Pêşmergeyên Rojava bicive, ji ber ku ewê di qonaxa bê de ji hêzên çalak be ji bo birêvebirina civakê.

Herwiha nûnerê Amerîkî da zanîn, di plana Washingtonê de ye ku alîkariya hêzên siyasî û medenî li bakurê Sûriyê bike, ji bo geşedan û avakirina projeyan li navçê.

Tekez kir jî, pêwendiyên Amerîka bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) tenê di warê şerê li dijî terorê de bû.

Ji aliyê xwe ve, şanda ENKSê amadehiya xwe ji bo hevkariya ligel Hevpeymaniya Navdewletî nîşan da ji bo vegerandina ewlehî û aramiyê ji navçê re.

Herwiha ENKSê tekezî li ser wê yekê kir, divê pêkhateyên Sûrî navçeyên xwe bixwe birêve bibin û tundûtûjiya olî û netewî bidûr bikevin.

Êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê di roja 53emîn de berdewam e, Peyvdarê YPGê li Efrînê Birûsk Heseke ji K24ê re got, li Efrînê şerê kolanan dest pê dike.

Birûsk Hesek got jî, piştî ku artêşa Tirkiyê ava vexwarinê, hêlên pêwendiyê, pêwîstiyên bijîşkî û sotemeniyê li ser bajêr biriye, krîzeke mirovî li Efrînê çê bûye.

 

S. B