Gropên çekdar gundekî Efrînê topbaran kirin

Gropên çekdar ên Tirkiye piştevaniya wan dike, gundekî Efrînê topbaran kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Gropên çekdar ên Tirkiye piştevaniya wan dike, gundekî Efrînê topbaran kirin.

Medyayên nêzîkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) belav kirin, grûpên çekdar yên opozsyona Sûriyê ên Tirkiye piştevaniya wan dike, ji gundewarên kelha Semanê gundê Celemê yê navçeya Cindêrsê bi şeş topan armanc kirin, di encamê de tenê ziyanên madî ketin.

Jêderên navborî herweha diyar kirin, wan grûpan şeva bûrî jî gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê bi çekên giran û hawnan topbaran kiribûn, di encama wê topbaranê de jî tenê ziyanên madî hebûn.

Her car grûpên çekdarên opozîsyona Sûriyê yên li derdora keleha Samanê ku li başûrê Efrînê ye, gundê navçeyên Cindirês û Şêrewa topbaran dikin.