Çawîşoglu: Piştî Minbicê emê biçin rojhilatê Firatê

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çawîşoglu radigihîne, nexşerêya Minbicê gelekî zelal e û piştî çareserkirina pirsa Minbicê ewê biçin rojhilatê Firatê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çawîşoglu radigihîne, nexşerêya Minbicê gelekî zelal e û piştî çareserkirina pirsa Minbicê ewê biçin rojhilatê Firatê.

Mewlût Çawîşoglu serdana Amerîkayê kir û digel hevpostê xwe yê Amerîkî Mike Pompeo civiya. Piştî kombûnê Çawîşoglu li ser pirsa Minbicê got: “Heta YPG ji Menbiçê dernekeve, em nikarin bibêjin rêkeftina Menbiçê hatiye cibicîkirin. Nexşerêya Menbiçê gelek zelal e û piştî çareserkirina pirsa Menbiçê emê herin rojhilatê Firatê.”

Got jî: “Min pêşniyar kir. Ji bo aramkirina rojhilatê Firatê jî em werin ba hev. Pompeo erenî pêşwazî kir û dê di demek nêzik de şandeyên Tirkiyeyê û Amerîkayê dest bi danûstandinan bikin.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di 4ê Hezîranê de li ser nexşerêyeke taybet bi bajarê Minbicê lihev kirin.

Hat ragihandin ku pilana Amerîkî-Tirkî, dê herdu welat bi hevrêzî rêvebirên bajarê Minbicî destnîşan bikin, herwiha dê hêzeke hevbeş di navbera wan de karê parastina bajar bike, heya ku xelkên bajar bixwe karbin hemû karûbarên xwe birêve bibin.

 

S. B