Siûdiyê dixwaze berî Cinêvê opozisyona Sûrî hev bigire

Wezîrê derve yê Siûdiyê Adil Cubêr ji opozisyona Sûriyê xwest ku berî destpêkirina danûstendinên dahatî li Cinêvê, hevgirtinekê di navbera xwe de çêkin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Siûdiyê Adil Cubêr ji opozisyona Sûriyê xwest ku berî destpêkirina danûstendinên dahatî li Cinêvê, hevgirtinekê di navbera xwe de çêkin.

Adil Cubêr di kongirekî rojnemevanî de derbarê egera beşdarbûna opozisyona Sûriyê bi yek şandê got: “Em bi hêvî ne berî despêkirina danûstandinên Cinêvê, opozisyona Sûriyê rêzên xwe bike yek û bi yek şandê beşdar bibe.”

Got jî: “Ji bo destpêkirina piroseya siyasî pêwîst e opozisyon hevgirtî be, û ev yek daxwaza Siûdiyê, Amerîka, Misir û Rûsya ye.”

Herweha Cubêr diyar kir ku rola Rûsya ji bo yekrêziya opozisyonê weke ya Amerîka û welatên din yên Ewropa giring e.