Li Besrayê xwepêşandanan dest pê kir

Berpirsê Desteya Ragihandinê ya Xwepêşandanên Besrayê ragihand, ji ber cibicînekirina daxwazên wan ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, îro danê sibê xwepêşandanan dest pê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Desteya Ragihandinê ya Xwepêşandanên Besrayê ragihand, ji ber cibicînekirina daxwazên wan ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, îro danê sibê xwepêşandanan dest pê kir.

Berpirsê Desteya Ragihandinê ya Xwepêşandanên Besrayê Elî Mensûrî tekez kir jî, “Ta daxwazên wan neyên cibicîkirin, dê xwepêşandan berdewam bin.”

Hevdem medyaya Iraqê belav kir, li bajarokê Îmam Sadiq li bakurê Besrayê, xwepêşanderan riya sereke ya kêlgeha Qerne ya petrolê girtin û daxwaza cibicîkirina daxwazên xwe dikin.

Ji aliyekî din ve, biryar e yekem rûniştina parlemantoya Iraqê ji piştî hilbijartina Desteya Serokatiyê, li Besrayê birêve biçe.

Parlemanterê Besrayê Falih Xezalî ragihand, ew ligel serokê nû yê parlemantoyê Mihemed Helbosî lihev kirine, ku yekem rûniştina parlemantoyê li Besrayê be.

Duhî parlemantoya Iraqê Serokekî nû û cîgirê yekem hilbijart, biryar e îro jî cîgirê duyem yê Serokê Parlemantoyê ku ji para Kurd e were hilbijartin.

 

S. B