Ji encama teqîna mayinekê malbateke Efrînî bû qurbanî

Berî niha ew malbat rastî astengiyan ji aliyê çekdaran ve hatibû û neçar bibû ku nêzîkî 2 milyon Lîreyên Sûrî radestî çekdaran bike, lê çekdaran pereyên bêtir xwestibûn û vê yekê hişt ku ew malbat ji gundê xwe bireve.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Jêderên xwecihî ji bajarê Efrînê ragihandin, dema ku malbateke Efrînî, bi rê ve bû ji bo xwe bigehîne Helebê, mayinek li gundê Berad yê ser bi bajarokê Şêrawa ve, bi malbatê ve teqiya û di encamê de, endamên wê jiyana xwe jidest dan.

Jêderan diyar kirin, ku ew malbat ji, Mihemed Bîro û hevjîna wî Tolîn Bîro û zaroka wan pêk dihat û berî niha rastî astengiyan ji aliyê çekdaran ve hatibû û neçar bibû ku nêzîkî 2 milyon Lîreyên Sûrî radestî çekdaran bike, lê bi gotina heman jêderan, wan çekdaran daxwaza pereyên bêtir li Mihemed Bîro kiribûn û vê yekê hişt ku navhatî li gel malbata xwe ji gundê xwe birevin û ber bi Helebê ve herin, lê di rê de ew mayin bi wan ve teqiya û canê xwe jidest dan.

Ev çendîn car e, welatiyê Efrînê dibin qurbaniyên mayinên ku li piraniya gundewarê wê navçeyê hatine vedan, bi awayekî ku welatî di malên xwe de jî rastî mirinê hatine, ji ber ku ew mayin di gellek malan de jî hatine vedan.

N.O