Salih Mislim: Wê Amerîka bergiriyê li Minbic bike

Mislim: Amerîka ji me re gotiye em ji Minbic dernakevin û beramberî her êrîşeke Tirkiyê emê berevaniyê bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hevserokê berê yê PYD Salih Mislim, di hevdîtinekê de li gel Kenala Euro News ragihand, ku heya niha wan helwesta Amerîka beramberî operasyona Tirkiyê li Efrînê, ne li gorî astê pêwîst e û got: Amerîka dest ji Rojavayê Kurdistanê bernade.

Salih Mislim di wê hevdîtinê de got jî: "Amerîka ji me re gotiye em ji Minbic dernakevin û beramberî her êrîşeke Tirkiyê emê berevaniyê bikin".

Ev yek di demekê de ye, ku ber çend rojan Tirkiyê ji Amerîka xwestibû ku hêzên xwe ji Minbic bikşîne, ji ber ku ew dixwaze operasyonekê wek ya Efrînê li Minbic jî destipê bike, lê di beramberî wan daxwazên Tirkiyê de, fermandeyên pile bilind yên Amerîka li Rojavayê Kurdistanê û Sûrya, tekeziyê li ser mana serbazên welatê xwe li wê deverê dikin û hejmarek ji fermandeyên Amerîka serdana sengerên HSDê li Minbic kirin.