Heşda Şeibî li Şingalê bi zorê malên Kurdan vala dike

Nûçegihanê Kurdistan24ê li Şingalê: Çekdarên Ensar El-Hicce yên ser bi Seraya El-Selam ve ya Heşda Şeibî, li gundê Domîz li Şingalê, bîst malbatên Kurd neçar kirine, ku malên xwe vala bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Nûçegihanê Kurdistan24ê li Şingalê ragihand, ku çekdarên Ensar El-Hicce yên ser bi Seraya El-Selam ve ya Heşda Şeibî, li gundê Domîz li Şingalê, bîst malbatên Kurd neçar kirine, ku malên xwe vala bikin.

Herwiha diyar kir, ku ew hêzana wan malbatan neçar dikin ku ber bi navenda Şingalê û Kampa Serdeşt ve biçin, ku li ser çiyayê Şingalê hatiye vekirin.

Hevdem çekdarên ser bi Heşdê ve, sîh malbatên din jî li wê navçeyê haydar kirine, ku malên xwe vala bikin.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, hêzên serbazî yên Iraqê û çekdarên Heşda Şeibî vegeriyan Şingalê, ku di sala 2015an de, Şingal ji aliyê hêzên Pêşmergên Kurdistanê ve, ji destê DAIŞê hatibû rizgarkirin.

N.O