Serokê Zanîngeha Wêjeyî li Efrînê serbest hate berdan

Piştî desteserkirina Dr. Ebdulmecîd Şêxo, kampînek berfereh di sosyal-medya de ji bo piştgiriya wî hate lidarxistin.

K24 – Navenda Nûçeyan

 Serokê Zanîngeha Wêjeyî li Efrînê serbest hate berdan.

Dr. Ebdulmecîd Şêxo, ku di serê vê mehê de ji aliyê grûbek çekdar ve hatibû girtin, îro serbest hate berdan. Li gor çend jêderan, Ebdulmecîd Şêxo ji bo Izazê hatibû veguhestin, ku ew dever di jêr desthilata artêşa azad ya Sûriyê de ye.

Piştî desteserkirina Dr. Ebdulmecîd Şêxo, kampînek berfereh di sosyal-medya de ji bo piştgiriya wî hate lidarxistin. Xwedîderketin a Dr. Ebdulmecîd Şêxo, ji alî Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê ve hate birêvebirin.

C.B