Xemîs Xencer: Ger mafên Suneyan bên paşguhkirin aramî namîne

Serokê Hevpeymaniya Qerar a Iraqî Xemîs Xencer ragihand, ku heger Sunne bên paşguhkirin, wê aramî li Iraqê nemîne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Hevpeymaniya Qerar a Iraqî Xemîs Xencer ragihand, ku heger Sunne bên paşguhkirin, wê aramî li Iraqê nemîne.

Derbarê hevpeymaniya di navbera Lîsta Sairûn a Muqteda Sedir û Lîsta Fetih a Hadî Amirî de, Xemîs Xencer diyar kir, ku ew hevpeymanî ji wan re nabe sedema çêbûna nakokî û kêşeyan.

Xencer ji ajansa nûçeyên Almanî re got: Sunne pêkhateyeke serekî ji pêkhateyên Iraqê ne û nabe bên paşguhkirin, ezmûna piştî sala 2003yan heya niha piştrast kiriye, ku paşguhkirina her pêkhateyekê bi taybetî jî Sunne, ji bilî zêdekirina kêşeyan û nemana aramiyê tiştekî din li pey xwe nayne".

Navhatî bi tundî red kir, ku rola Sunne û Kurdan di danûstendinên pêkanîna Hikûmeta nû de, wek temamkirên hevpeymanên din be û got: "Divê gerentî hebin û beşdariyeke piraktîkî di gotûbêj û bernameyên Hikûmetê û pêkanîna wê de ji me re hebe".

Hevpeymaniya Qerar Iraqî hêzeke siyasî Sunnî ye, di hilbijartinên Perlemana Iraqê de, karî 14 kursiyan bidest bîne.

N.O