Li Diyarbekirê koma "Zarokên Me" ji bo qada navneteweyî tên perwerdekirin

Ciwanên ku ji bo konserên bajarên Ewropayê amadekariya xwe didomînin, digel zimanê Kurdî, bi 8 zimanan stranan dibêjin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê, di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê de li Navenda Kongreyê komek ciwanên ku di encama lêkolînên dengên taybet de hatine hilbijartin, ji bo ku li qada neteweyî û navneteweyî li ser navê ciwanên Diyarbekirê bistirên, tên perwerdekirin. Ciwanên ku ji bo konserên bajarên Ewropayê amadekariya xwe didomînin, digel zimanê Kurdî, bi 8 zimanan stranan dibêjin.

Li Navenda Kongreyê ya di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê de ji bo ciwan û zarokan, xizmeta çand û hunerê tê kirin. Bi vê projeya koma ciwanan a stranbêjiyê, armanc ew e ku li seranserê welatên Ewropayê, dengê ciwanên Diyarbekirê li qada hunerî were bihîstin. Hunermend Îbrahîm Candan jî di nav vê projeye de cih digire û bi cerebeyên hunermendiya xwe, tevkariyê li perwerdehiya ciwanan dike.

Hunermend Îbrahîm Candan ji K24ê re got: "Karê muzîkê, karê dilan e. Dema ji dil neyê, tu nikarî muzîkê bi zorê bi kesî bidî hezkirin. Lê gelek mirov hene, bi taybetî jî gelek zarok hene ku ji muzîkê gelek hez dikin lê mirov bala xwe dide ku dengên wan ji bo muzîkê ne guncav in."

Koma ciwanên ku hem ji bo konservatuarê, hem ji bo konseran tên perwerdekirin, ji 20 kesan pêk tê. Di nav van ciwanan de kesên astengdar jî hene û kesên ku derfetên wan ên aboriyê kêm in jî hene. Ciwanên ku navê koma wan wekî; "Zarokên Me" hatiye diyarkirin, Kurdî jî di nav de bi 8 zimanan stranan jiber dikin û hûrgiliyên stranbêjiyê ji mamosteyên muzîkê hîn dibin. Yek ji mamosteyên muzîkê yên berpirsiyarên vê komê jî Songul Yilmaz e. Yilmaz Diyar dike ku ew yek bi yek li dibistanên Diyarbekirê geriyane û zarokên xwedî dengên taybet hilbijartine.

Mamosteya Muzîkê Songul Yilmaz jî got: "Armanca me ew e ku em ciwanên Diyarbekirê bi rêya hunerê li qada neteweyî û navneteweyî bidin naskirin. Ciwanên me bi piranî kesên ji malbatên kêmderfet in ji ber vê yekê jî cewhera wan nehatibû kifşkirin. Em jî hewil didin ku van ciwanên xwe ji bo konservatuarê bigihînin û di pêşerojê de wekî komeke navdar a Diyarbekirê cihê wan li nav qada hunera navneteweyî çêbikin."

Temenên ciwanên Koma Zarokên Me; di navbera 15 û 18'an de diguherin. Van ciwanên ku xwedî qiriqeke taybet in, ji bo ku bikaribin di pêşerojê de nûnertiya çand û hunera herêmê bikin, xebatên perwerdehiya têlên dengên xwe bê navber didomînin. Rêveberên Navenda Kongreyê ya çand û hunere jî diyar dikin ku; ji bo pêşeroja vê komê, ew ê derfetên zêdetir bi kar bînin.