Endamekî Parlementoya Ewroa: Niha guncawtirîn dem e bo referandûma serxwebûna Kurdistanê

Endamekî Parlementoya Ewropayê radigihîne, niha guncawtirîn dem e bo encamdana referandûma serxwebûna Kurdistanê. Amaje bi wê jî dide, ew li parlementoya Ewropayê bi girîngî danûstandinê ligel vê pirsê dikin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamekî Parlementoya Ewropayê radigihîne, niha guncawtirîn dem e bo encamdana referandûma serxwebûna Kurdistanê. Amaje bi wê jî dide, ew li parlementoya Ewropayê bi girîngî danûstandinê ligel vê pirsê dikin.

Endamê Partiya Parêzgeran a Brîtanyayê û endamê Parlementoya Ewropayê Richard Tannock ji K24ê re ragihand, Kurdistan ku bi xirabtirîn awa li ser destê Sedam Husên rûbirûyî wêrankarî, komkujî û enfalkirinê bûne, wek xelkê Kosovo, niha bi Pêşmergeyên xwe rûbirûyî DAIŞê bûye û qurbaniyeke mezin bo parastina pêkhateyên Xiristiyanî û Êzidî daye, hevdem demokrasî ber bi zêdebûnê ve ye . Ez dilxweş im bo serdana Serok Barzanî û gotara wî ya ser pirsa serxwebûnê.”

Wî parlementarê Yekîtiya Ewropayê got: “Em di perlementoya Yekîtiya Ewropa de bi girîngî çavdêrî û danûstandinê ligel pirsa referandûmê dikin, ji niha û heta dema referandûmê û qonaxa danûstandina ligel Bexdayê dibe em hemû kar li ser piştevaniya civaka navdewletî bikin.”

Herwiha got: “Ewê min ji perlementar û welatên Ewropî zaniye, ku hemû piştevanan in, hindek jî behsa derfetpêdana zêdetir dikin bi Bexda dikin, lê ez dipirsim ka ç idem guncaw e? piştî 100 salî çaverêbûn! Di bareriya min de niha guncawtirîn dem e.”