“Tirkiye dê pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re serast bike”

Pispor dibêjin, di hilbijartina Iraqê de hat ditîn ku PDK li Iraqê aktorekî gelekî giring e û Tirkiyê jî dê vê hêza Herêma Kurdistanê li ber çavan bigire û pêwendiyên xwe li gel Herêma Kurdistanê ji nû ve serast bike.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Li weqfa sîyaset, aborî û lêkolînên civakî ya Stenbolê li ser konferansa Warşovayê panelek hat rêvebirin. Di vê panelê de pisporê polîtîkayên Derve Emrah Kekîlî ragihand di hilbijartina Iraqê de hat ditîn ku PDK li Iraqê aktorekî gelekî giring e û Tirkiyê jî dê vê hêza Herêma Kurdistanê li ber çavan bigire û pêwendiyên xwe li gel Herêma Kurdistanê ji nû ve serast bike.

Piştî Buhara Ereban ya ku beriya 8 salan destpê kiriye li gelek welatên Ereban hem sîyasî hem jî leşkerî guherînên mezin bi xwe re anî û bi taybetî bi şerê navxwe yê Suriyê re rewşeke nû li Rojhilata Navîn derket meydanê. Li ser rewş û van şerên li Rojhilata Navîn jî bi serkêşiya Îsraîl û Amerîkayê beriya niha li paytexta Polonyayê Warşovayê konferansek berfireh hat rêvebirin û di vê konferansê de gelek mijarên giring hatin gotûbêj kirin.

Li Weqfa sîyaset ,aborî û lêkolînên civakî ya Stenbolê jî li ser giringiya konferansa Warşovayê panelek hat rêvebirin û Di panelê de pisporê polîtîkayên derve Emrah Kekillî ragihand piştî hilbijartina Iraqê carek dî hat dîtîn ku Partiya Demokrata Kurdistanê li Iraqê Aktorekê gelekî giring e û Tirkiye jî dê ji ber van sedeman pêwendîyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê ji nû  ve serast bike.

Pisporê Pêwendiyên Derve Emrah Kekîllî ji K24ê re got: ''Di hilbijartina Iraqê de carek dî hat dîtin ku Partiya Demokrata Kurdistanê li Iraqê aktoreke gelek giring e û ev giringiya wê dê berdewam bike. Piştî referanduma Serxwebûna Kurdistanê dinavbera Tirkiyê û herêma Kurdistanê de aloziyek mezin derket lê niha rewşek nû heye.Tirkiyê jî dê vê giringiya herêma Kurdistanê ya li Iraqê li ber çavan bigire û li gor wê pêwendiyên xwe ji nû ve serast bike .Lê ti cara ev pêwendî  nabe wek berê.''

Di panelê de lêkolîner Yasemîn Konukçu yê jî li ser konferansa Warşovayê ragihand di konferansê de  hat dîtin ku  welatên kendava Ereban,Îsraîl û Amerîka dixwazin li dijî Îranê  polîtîkayek hevbeş rêvebibin.

Lêkolîner Yasemîn Konukçu di panelê de got: ''Di konferansa Warşovayê de yek ji mijara herî giring ewe bû ku welatan kendava Ereban ,Îsraîl û Amerîka dixwazin li kendava Ereban li dijî Îranê polîtîkayek hevbeş rêvebibin.Di vê konferansê de herwiha hat dîtin ku ev welat dibêjin êdî fişarên sîyasî yên li ser Îranê têra me nakin û divê em hin rêbazên nû bifikirin.Ji ber wê demên pêş de di be ku hinek gavên nû bêne avêtin.''

Di vê panela ku şerê navxwe yê Suriyê,rewşa Giştî ya Iraqê, ambargoyên li ser Îranê û bi giştî aloziyên li Rojhilata Navîn hat gotûbêj kirin de, pispor radgihînin ku demeki nêzîk de nayê pêşbînîkirin aramîyek bê Rojhilata Navîn û ev alozîyên ku heyîn dê her biçe zêdetir bibin.