202 gorên bikomî li Kerkûkê û deverên Suneyan hatin dîtin

Li çend parêzgehên Iraqê ku di destê DAIŞê de bûn, zêdetir ji 200 gorên bikomî ku termên nêzîkî 12 kesan tê de bûn, hatine dîtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li çend parêzgehên Iraqê ku di destê DAIŞê de bûn, zêdetir ji 200 gorên bikomî ku termên nêzîkî 12 kesan tê de bûn, hatine dîtin.

Nivîsgeha Komîsyona Bilind bo Mafên Mirovan a Netewên Yekgirtî ragihand, 202 li Iraqê hatine dîtin.

Li gor zanyariyên wê nivîsgehê, piraniya gorên bikomî li van cihan in, 95 gorên bikomî li sînorê parêzgeha Neynewayê hatine dîtin, piştre li Kerkûkê 37 gor, piştre li parêzgeha Selahdîn36 gor, li parêzgeha Enbarê 24 gorên bikomî hatine dîtine.

Wê nivîsgehê di raporta xwe de aşkere kir, di wan gorên bikomî de ji 6 ta 12 hezar termên qurbaniyan tê de hene.

Hejmarek ji parêzgehên Iraqê ji sala 2014 û ta 2017an di destê çekdarên DAIŞê de bûn û bi hezaran welatî li ser destê wan hatin kuştin.

 

S. B