Erdogan seredana Rûsya dike

Erdogan sibe Seredana Rûsya dike. Vekişandina Hêzên Amerîkî ji Sûriyê û rewşa Îdlibê digel Putin gengeşe dike

K24- Navenda Nûçeyan

Erdogan sibe Seredana Rûsya dike. Vekişandina Hêzên Amerîkî ji Sûriyê û rewşa Îdlibê digel Putin gengeşe dike.

Ligor ragihandina Serokatiya Tirkiyê, sibe Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan bi şandekê seredana Rûsya dike û digel Serokê Rûsyayê Vladîmir Putin dicive.

Medya Tirkiyê belav kiriye, di civîna her dû Serokan de ji bilî pêwendiyên her dû welatan, dê behsa rewşa Sûriyê bi giştî û ya Îdlib bi taybetî, vekişandina hêzên Amerîkî ji wî welatî û avakirina navçeya aram, were kirin.

Beriya seredanê jî, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlid Cavuşoglu, bi rêya telefonê li gel hevpîşeyê xwe yê Rusî Sergey Lavrov re, axifî.

Her du weziran di derbarê rewşa Suriyê taybet Idlib û şerê terorê de axifîne.

 

 

C.B