YPG: Divê Rûsya sedemên êrîşên li dijî me zelal bike

Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo ragihand, êrîşa li ser xalên YPGû HSDê, hevkariya bi çekdarên DAIŞê re ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo ragihand, êrîşa li ser xalên YPGû HSDê, hevkariya bi çekdarên DAIŞê re ye.

Firokeyên şer ên Rûsiya û rêjîma Sûriyê îro di demjimêrên berbanga de xalên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê yên li rojhilatê çemê Ferêt bombebaran kirin. Di encamê de 6 şervanên HSDê birîndar bûn.

Fermandarê Giştî yê YPGê Sîpan Hemo ji ajanseke nêzîkî wê re axivî û ragihand, êrîşa li ser hêzên wan piştgiriya bi DAIŞʹê re ye û di çarçoveya dirêjkirina temenê wê de pêk tê.

Hemo got jî, di dema ku hêzên YPG û HSDê  li piraniya herêman şerê çekdarên DAIŞʹê dikin, hin hêz dixwazin pêşketina Operasyona Bagera Cizîrê asteng bikin, da ku tunebûna DAIŞʹê dereng bixînin.

Hemo ji Rûsiya xwast ku helwesta xwe ji êrîşa li ser hêzên wan li Dêrezorê diyar bike. Hemo pirs kir jî, “Gelo Rûsiya û rêjîm hevkarê DAIŞê ne û alîkariyên wan e.”

Fermandarê Giştî yê YPGê aşkere kir, ewê bersiva her êrîşekê bidin ku li dijî wan were kirin.