HDP: Operasyon li hemberî siyaseta demokratîk tên kirin

Tenê di 10 rojên dawîn de ji 141 kesên ku hatin binçavkirin de 26 kes hatin zindanîkirin.

 

K24 – Diyarbekir

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê girtin û binçavkirinên endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê û Partiya Herêmên Demokratîk DBP'ê zêde dibin. Tenê di 10 rojên dawîn de ji 141 kesên ku hatin binçavkirin de 26 kes hatin zindanîkirin. Rêvberên HDP'ê bertekê nîşanî girtin û binçavkirina hevalên xwe didin û amaje dikin ku; armanca girtina rêya siyaseta sivîl û demokratîk digire.

Di 8'ê Cotmehê de li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê 141 rêvber û endamên HDP'ê û hevgirtiyên HDP'ê hatin binçavkirin. 115 kesên kesên ku bi hinceta 'endamê rêxistinê ne' hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan, lê 26 kes ji wan hatin zindanîkirin. Li gorî ragihandina Hevserokê HDP'a Sûrê Mihemed Elî Altinkaynak, armanca operasyonên li hemberî tevgera wan, di pêvajoya hilbijartinên herêmî de lewazkirina hêza wan e.

Mihemed Elî Altinkaynak ji K24ê re got: "Van hevalên me yê  ku hatine girtin hemû jî ji bo hilbijartinê dixebitîn. Bi taybetî dixwazin ku HDP nexebite û hevalên me bêhêvî bike, bitirsînin da ku paşve vekişin. Ango dixwazin gelê Kurd çavtirsandî bikin. Bi giranî helwesta nêzîkahiya wan ev e. Lê belê gelê me jî û ew jî baş dizanin ku ev operasyon tû sûdê ji wan re dernaxîne holê."

Li gor daxuyaniyên berpirsên HDP'ê û DBP'ê di 3 salên dawî de ji 10 hezaran zêdetir rêveber û endamên HDP'ê û DBP'ê hatin girtin. Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê di daxûyaniyên xwe de amaje dike ku kesên di van operasyonan de tên girtin an endamên PKK/KCK'ê ne an jî propagandaya wan dikin lê aliyên HDP'ê van tohmetan red dikin û dibêjin; tu pêwendiya hevalekî wan bi tu rêxistinan re tune ye. Hevseroka HDP'ê ya Sûrê Sevîm Coşkunê jî bal kişand ser helwesta hêzên ewlekariyê ya di operasyonan de û got; di dema serdegirtina malan de jin û zarok rastî tundiyê dimînin.

Sevîm Coşkun dibêje: "Bi taybetî li ber çavên zarokên jinên hevalên me malên wan tê serobinokirin. Heqaret li malbatan tê kirin, jin û zarok rastî tundiyê dimînin. Lê têkoşîna me dê bidome, em ê bi serbikevin."

Rêveberên HDP'ê girtin û binçavkirina hevalên xwe wekî operasyonên siyasî pênase dike lê rêveberên dewlet jî operasyonan di çarçoveya têkoşîna li dijî rêxistina çekdarî pênase dike. Li gor peyamên ku rayedarên dewletê didin dê ev operasyon berdewam bikin, aliyên HDP'ê jî dibêjin; em çi qas werin girtin jî em dest ji têkoşîna xwe ya siyaseta demokratîk bernadin.