Tirkiye hêzên xwe li nêzîkî Efrînê zêde dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Arteşa Tirkiyê hêzên xwe yên li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê zêdetir dike.
Îro hejmarek zêde wesaîtên zirxpoş, debabe, wesaîtên topavêj di bin bergiriyên berfireh yên ewlekariyê de ji bo bajarê Kilîsê hatin şandin. Bajarê Kilîsên li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê beramberî bajarê Efrînê ye.
Berî niha çend rojan jî dîsa 5 wesaîtên topavêj ên bi cureya Obûs ji bo sînorê Rojavayê Kurdistanê hatibûn şandin.
Rayedarên Tirkiyê, desthilatiya PYDê li Efrînê qebûl nake û gefa operasyonê li wê herêmê dixwe.