HSD: 3 zirîpoşên artêşa Tirkiyê hatin teqandin

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, di şerê 24 demjimêrên bûrî de 3 zirîpoş ku yek ji wan ji cura BMB bûye li Efrînê hatin têkşikandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, di şerê 24 demjimêrên bûrî de 3 zirîpoş ku yek ji wan ji cura BMB bûye li Efrînê hatin têkşikandin.

HSDê îro di daxuyaniyekê de amara şerê 24 demjimêrên bûrî belav kir, tê de hat artêşa Tirkiyê carek din navenda bajarê Efrînê bi çekên giran topbaran kir. Herwiha navçeyên Cindirês, Şera, Raco û Şiyê jî hatin topbarankirin.  

HSDê da zanîn li gundên Sarîncekê û Duriqliya yên navçeya Şera di şer pevçûnên li dijî artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve wesaiteke ji cura BMB bi temamî teqandin.

Li eniya gundê Edema yê navçeya Raco jî şervanan karîn otombîleke leşkerî biteqînin, di encamê de 2 çekdar hatin kuştin û 5 çekdarên din jî birîndar bûn.

Herwiha li kaniya Betmanê ya Raco jî otombîleke leşkerî hat armanckirin û bi temamî hat rûxandin.