11 leşkerên Îranê hatine kuştin û 60 jî birîndar bûne

Ajansa “Fars” a Îranî girtevîdyoya dema êrîşa li ser numaşkirina leşkerî ya li bajarê Ehwazê belav kir, ku hejmarek ji çekdarên bi cilên leşkerî êrîşî ser Supaya Pasdarên û Supaya Nîzamî ya Îranê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ajansa “Fars” a Îranî girtevîdyoya dema êrîşa li ser numaşkirina leşkerî ya li bajarê Ehwazê belav kir, ku hejmarek ji çekdarên bi cilên leşkerî êrîşî ser Supaya Pasdarên û Supaya Nîzamî ya Îranê kirin.

Li gor nûtirîn zanyarî, hejmara kuştiyên di nava Supaya Pasdaran de gihîştin 11 leşkeran û zêdetir ji 60 leşkeran jî birîndar bûne. Êrîkerên ku teqe kirine jî reviyane.

Li gor zanyariyên telefziyona Îranê, êrîş ji piştî sekoya rûniştina berpirsan bûye. Ew numayişa leşkerî jî ji boneya salvegera derketina şerê di navbera Îranê û Iraqê 1980 – 1988an de bûye.

 

Li tûra civakî hejmarek ji vîdyoya dema êrîşê hatine belavkirin, ku tê de hêzên Îranî xwe davêjin ser erdê û xwe diçemînin.

Telefizyona Îranî li ser zarê peyamnêrê xwe belav kir, destpêkê êrîş ji pişt sekoya rûniştina berpirsan a li meydana numayişê ve bûye, ji ber wê jî kuştî û birîndar hene.

Peyvdarê Supaya Pasdarên Îranê Remezan Şerîf ragihand, Tevgera Niştimanî ya Rizgarkirina Ehawzê ya Erebî bi encamdana wê êrîşê tomebar dike û dibêje Siûdiye jî li pişt e.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf di hejmara ya Twitterê de nivîsî, teroristên ku ji aliyê piştgirên terorê yên herêmî ve têne piştevanîkirin û di bin fermana Amerîkayê de ne êrîşî Îranê kirin. Îran û gelê xwe bilez û bi biryar dê bersiva vê êrîşê bidin.

 

Telefizyona fermî ya Îranê derbarê bûyerê de got, di dema hewla desteserkirin û kuştina êrîşberan de, şer û pevçûn rû daye, lê tevahiya êrîşberan karîne birevin.

Lê ajansa “ISNA” dibêje, di êrîşê de 4 çekdar beşdar bûne û li ser zarê Cîgirê Parêzgar gotiye, 2 çekdar hatine kuştin û 2 çekdarên din jî hatine desteserkirin.

 

S. B