Şandeke MSD li Himêmîmê bi berpirsên Rûsî re dicive

Şandeke Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) serdana Navenda Himêmîm a Rûsî ya parêzgeha li Laziqiya dike û bi berpirsên Rûsî re dicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandeke Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) serdana Navenda Himêmîm a Rûsî ya parêzgeha li Laziqiya dike û bi berpirsên Rûsî re dicive.

Jêderekî ji Desteya Siyasî ya MSDê ji K24ê re ragihand, îro şandeke MSDê bi armanca pêşxistina danûstandinên di navbera MSD û rêjîma Sûriyê de, şandeke MSD serdana navenda Himêmîm a Rûsî kir.

Li gor wî jêderî ku nexwastiya navê wî were aşkerekirin, serdana şanda MSDê li ser vexwandina Rûsî hatiye û tê de dê li ser rewşa gotûbêjên di navbera MSD û rêjîma Sûriyê de û çawaniya pêşxistina wan gotûbêjan were behskirin.

Ji destpêka ragihandina danûstandinên bi rêjîma Sûriyê re, du caran şandên Bakurê Sûriyê çûbûn Şamê, cara yekem şanda MSDê bi serokatiya Seroka Desteya Cibicîkar a MSDê di 26ê meha Tîrmeha bûrî de bû û ligel hikûmeta Sûriyê li ser pêkanîna çend komîteyan lihev kiribûn.

Serdana vê carê jî di demekê de ye, Hat gotin ku serdana duyem bi serokatiya Şêwirmendê Hevserokatiya PYDê Sîhanok Dîbo bû, bê ti encam vegeriyabû Qamişlo.

 

S. B